
Li berdewamiya birêveçona Newroza Xakîpoşan li bajarê Şinoyê, xelk digel hêzên rêjîma Îranê li rikeberiyeke neberaber de bi ser ketin û Newroza Xakîpoşan bi germûgurî, bi xwest û îradeya xwe, lidar xistin û rêjîm neçar bi paşekêşiyeke serşorane kirin.
Roja Înê 24ê Reşemeya 1403 a Rojî, rêjîma Îranê hêzeke zêde ji spaha pasdaran a terorîst û hêzên îtilaatî û tepeserker, bi çekên sivîk û nîve giran wek doşka û qenaseyan, bajarê Şinoyê û derdora vê milîtarîze kirin ku bi wî awayî bikarin rêgiriyê ji lidarxistina Newroza Xakîpoşan bikin, lê xelkê bajarê Şinoyê û derdora wî bajarî, li hember wan hêzên rêjîmê sekinin û karin bi şiyan û îradxeya xwe, rêûresma newroza Xakîpoşan bi awayekî bi şan bi rê ve bibin û rêjîmê neçar bi paşekêşiyeke serşorane bikin.
Rêjîma Îranê li gundê “Kanî sork, girê Qelatok, Taçînawê, Sînganê û li nav bajarê Şino”yê de hêzên xwe cihgîr kiribûn û xalên tevtêş û lêpirsînê danîbûn û rêgirî ji çona xelkê bo cihê diyarîkirî yê rêûresma Newroza Xakîpoşan dikirin, lê xelkê bi îradeeya xwe, li hember wan hêzên rêjîmê de sekinîn û ew neçar bi paşekêşiyê kirin.
Dema ku hêzên çepele rêjîm dema birêveçona merasima Newroza Xakîpoşan de dixwastin pêşya ciwanan bigrin û astengiyan bo wan çêbikin, digel berteka mêrxwasane a xelkê hember bûn û şer û lewdan di navbera xelkê û hêzên rêjîmê de çêbû.
Pêka hinek zanyariyan hêzên rêjîêmê nekarîn xwe li hember îrade û yêkrêziya gelê me de rabigrin bi serşorî paşvekêşî kirin, û çend kes ji hêzên rêjîmê ji aliyê xelkê ve hatne çek kirin û rêûresma Newroza Xakîpoşan li Taçênavê bi beşdariya hezaran kesî bi rê ve birin.