Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ber etega çiyayê Caqil li bajarê Seqizê Newroza Xakîpoşan bi dirûşmên netewî bi rê ve ço

19:04 - 15 Adar 2025

Li Çiyayê Caqîl li navenda Çiyayên Zagrosê, rêûresma Newroza Xakîpoşan bi sirûdên netewî û logoya Hizba Dêmokrat û dirûşmên netewî û “Jin Jiyan Azadî”yê bi rê ve ço ku tevî dengvedaneke gelek zêde li torên cîvakî dilê her kurdperwerek geş kir.

Roja Înê 24ê Reşemê, rêûresma Newroza Xakîpoşan li bajarê Seqizê, bajarê “Şehîd Jina”yê, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û logoya Hizba Dêmokrat û bi tekezî li ser azadî û Yekîtiyê li navenda çiyayên Zagrosê li tenişta bajarê Seqizê bi rê ve ço û bi hezaran kesî li vê rêûresma bi şan a Newroza Xakîpoşan de beşdarî kirin û bi sirûd û stranên netewî û siloganên Kurdistanî, pêşewazî li wê cêjna netewiya Kurd kirin.

Li halekê de ku hêzeke gelek zêde ya rêjîmê, bi çekên sivik û giran û dironên çavdêrî, hewla rêgirîkirin ji birêveçona vê rêûresmê dan, lê bi îradeya xelkê, agirê Newroza Xakîpoşan ji aliyê “Şêx Zahid Şehabî” yê birayê “Şêx Azad Şehabî” ve hate hilkirin.

Beşdarbûyên vê rêûresma netewî, tevî govend û dîlanê, bi logoya Hizba Dêmokrat, dirûşmên azadîxwazî û Kurdistanî yên wek “Jiyana Bindestî naxwazin, Dewleta Kurdî Dixwazin, Kurdistan Kurdistan goristana Faşîstan” dan.

Rêûresma Newroza Xakîpoşan bi awayekî bi şan bi îradeya xelkê û bervajiyê daxwaz û hewlên rêjîmê, bi germûguriyek bêmînak, bi rê ve ço.

Herwisa bo pêşwazî ji Newroza Xakîpoşan merasimekî girseyî û hemasî bi beşdariya dehan Hezar kes ji xakîpoşên Kurdistanê, li bajêrokê Sahib a girêdayî bi bajarê Seqizê birêve ço.

Ev merasim hinde hemasî bû û bi coşekî mezin û bi girse bû ku bala hemî Kurdistan û Îranê bo aliyê xwe rabikêşe û hêz û Îrade û yêkîtî gelê me bi vê merasimê hemase afirand û bû cihê şanaziya her Kurdekê û hevdem bo sedemê serşorî û bê hêziya rêjîma dagîrkere Îranê ku ji tirsê girseya dehan hezar kesiye xakîpoşan her nevêra bo aliyê Bajêrokê Sahibê û cihê merasimê ve biçe.