
Hêzên ewlehî yên Tirkiyê, 5 kes ku pêka belgeyan bo rêjîma Îranê sîxurîkirine, li bajarên Istenbol, Antaliya û Mersînê de binçav kirin.
Pêka raporên belavbûyî, bi fermana dastanê Istenbolê, hêzên ewlehî yên Tirkiyê 5 kes ku 3 Tirk û 2 kesên biyanî bûne û bo rêjîma Îranê sîxurî kirine, li bajarên Istenbol, Antaliya û Mersînê de hatine girtin.
Pêka lêkolînên dadstaniya parêzgeha Istenbolê û saziya Ewlehî ya Tirkiyê anku “MIT”ê, eşkere bûye ku wan 5 kesan, pêywendî digel karbidestên îtilaata spaha pasdaran a terorîst hebûne û zanyariyên li derheq binkeyên serbazî û xalên hestiyar li navxwe û derveyî Tirkiyê, kom kirine û ew zanyarî bo îtilaata spaha pasdaran a terorîst veguhastine.
Ew 5 kesane ku ji aliyê Dastanê Istenbolê ve li encamdana “sîxurîkirina serbazî û siyasî” bi tawanbar hatine naskirin, piştî lêkolînên hûr û bidestveanîna zanyariyan, bi lipeyketina hêzên ewlehî yên Tirkiyê, hatine girtin.
Heta niha nasnameya wan kesên ku bo rêjîma Îranê sîxurî kirine nehatiye zanîn û herwisa xuya nîne ew 2 kesên biyanî ku hatine binçavkirin, xelkê çi welatekî bûne.