
Li berdewamiya pêşwazîkirin li Newroza Kurdewarî ku bi navê Newroza Xakîpoşan hatiye binavkirin, bi beşdariya hezarn kesî li bajarê Mihabadê de rêûresmek bi şan hate lidarxistin.
Roja Înê 24ê Reşemê, rêûresma Newroza Xakîpoşan bi beşdariya hezaran kes ji xelkê bajarê Mihabadê, li tenîşta pira “Şehîd Şemal”, bi germûgurî, bi rê ve ço û xelkê bi kincên kurdî yên xakî, axabanî û hewriyan, pêşewazî li vê rêûresma netewî kirin.
Li halekê de ku rêjîma Îranê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê de hewla milîtarîzekirina bajaran dide û bi şêwazên cuda dixwaze rêgiriyê ji birêveçona rêûresma Newroza Xakîpoşan bike, lê xelkê Kurdistanê bi îrade û seha bilind a netewî, li hember rêjîmê disekinin û bi xwest û îradeya xwe, pêşewazî li Nerwroza Xakîpoşan dikin û bi hilkirina agirê Newrozê, starndina sirûd û stranên netewî û govendê, ji nasnameya xwe ya netewî, xwedî derdikevin.
Rêjîma Îranê li hember îradeya xelkê Rojhilatê Kurdistanê rastî şikesteke serşorane hatiye û êdî nikare rêgirî ji xwest û îradeya xelkê bike.