
Demekê de ku li seranserî Rojhilatê Kurdistanê de her li Îlamê ve bigre heta digehe Mako yê, gelê me her rojê li bajar û nawçeyekê de merasima pêşwazî ji Newrozê lidar dixin, rêjîma dîktatore komara Îslamî û deshilatdarên wê li bajarê Selmasê de cehdê dikin ku îzna birêveçona mersaima Newrozê nedin.
Zêdebarî wê cehda rêjîmê û organ û berpirsên wê li bajarê Selmasê, mixabin hinek kirêgirtî û xulamokên rêjîmê bi nivîsandin û wajokirina tomarekê daxwaz ji desthilatdarên rêjîmê û hêzên tepeserkar kirine ku rê nedin merasima Newrozî li Selmas û derdora wê de birêve biçe.
Ev nama wan kirêgirtiyan û navê wajokerên wê namê li ber destê meye û navê wan xulamokên xweşxizmetkarê rêjîmê ber destê me ye û parastiye, hekî hewce be dê bête weşandin û aşkerekirin.
Di demekê de ku li seranserî Rojhilatê Kurdistanê yêkîtiya gelê me kariye rêjîmê bêxe qedeman û bi girseyên mezin Newroza tête pêşwazîkirin, renge gelê me û xelkê bajarê Selmas û derdor çi gazinda ji rêjîmê neke, çimkî dujmine û eva ji dest bêt bi dijî xelkê dike, li serşoriyekî mezine bo wan kes û kirêgirtiyan û bina kesayetî û mamostayên olî li dever û gundên selmasê, di rewşekî wiha de rabin pişta xwe bidne gelê xwe û xwe ji xelkê cuda bikin û bikevne koşa rêjîmê de bi dijî gel û bo qedexekirina çand û ferhenga kevnare hezaran saleye netewa Kurd.