Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eniya Yekgirtiya kurd bi hilkefta hatin a Newroz û sersala 2725 a Kurdî, Peyamek belav kir

11:33 - 16 Adar 2025

Li deverdevê sersala nû û hatina Newroza Kurdî, Eniya Yekgirtiya kurd, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Li beşa destpêkî ya vê peyamê de rû bi xelkê Kurdistanê hatiye: “Kurdistaniyên hêja, keç û kurên niştîman, welatiyên mandînenas, şoresiwarên doza nasnamexwaziyê, Neweroza we pîroz be. Newroza îsal wek hemû salên berê, bi derbasbûna zistana sar û qerisî û nûbûn û zindîbûna sirûşt û hatina Bihar û herikîna avan û keskatî û gul û giya, dest pê dike. Bi hêviya zindîkirin û destpêka jiyanek nû”.

Herwisa li beşeke din a vê peyamê de îşare bi guherînên deverê hatiye kirin ku: “Sala derbasbûyî, anku sala 2724 a Kurdî, beranber bi 1403 a Rojî, bo gelê Kurd, Îran û dever û cîhanê salek tejî biserhat û guherînan bû, ku bi lezgînî derbasbûn.

Li dawiya vê peyamê de Eniya Yekgirtiya Kurd, pîrozbahiya Newrozê li gelê Kurd kiriye û hêvî û daxwaziya xweşî, şadî û aştitî û bidestveanîna mafê gelan û li nav de gelê Kurd kiriye