Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gundê “Zerîne Hobtû”yê ser bi bajarê Dîwanderê, rêûresma Newroza Xakîpoşan bi rê ve ço

11:38 - 16 Adar 2025

Agirê Newroza Xakîpoşan tevî hemû hewlên rêjîmê, bi awayekî germûgurtir ji carên berê, bi îrade û xwesta xelkê deverê, bi awayek bi şan li gundê “Zerîne Hobtû”yê, hate lidarxistin.

Roja Şemî 25ê Reşemeya 1403 a Rojî, bi hezaran kes ji Xelkê gundê “Zerîne Hobtû” û gundên derdora wî gundê ser bi bajarê Dîwanderê, bi kincên xakî, axabanî û hewriyan, bi hilkirina agirê Newroza Xakîpoşan, li dora agirê Newrozê kom bûn, govend û dîlana Kurdî bi rê ve birin, hezaran kesî bi hevre, stran û sirûdên netewî starndin û pêşewazî li Newroza Xakîpoşan kirin û ji vê nirxa netewiya xwe, xwedî derketin.

Ew rêûresma netewî, tevî hemû hewlên rêjîmê, bi xwest û îradeya xelkê deverê û bi taybet xelkê gundê “Zerîne Hobtû”yê hate birêvebrin û hezaran kes ji xelkê deverê li vê rûresma netewî ya gelê Kurd de beşdar bûn û ji vê nirxa dîrokî û netewiya xwe xwedî derketin, hetaq niha rêjîma Îranê li hember îradeya nasnamexwaziya xelkê Rojhilatê Kurdistanê şikestên serşorane xwarine.