Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî peyameke hevxemiyê bi hilêkefta koça dawî ya Papayê Vatîkanê, belav kir

12:43 - 22 Nîsan 2025

Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawî ya Pap Firansîs, peyameke hevxemiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Koça dawî ya Pap Firansîs, Papayê Vatîkanê, em xembar kirin. Pap Firansîs di heyama tekoşîna xwe ya olî de, sîmbola aşitî û tebayî û dadperweriyê bû û hemû cehda wî bi armanca dabînbûna nirxên bilinde mirovê bû.

Bi vê hilkeftê, ez ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî hemû kirîstiyanên cîhanê û bi taybet kirîstianên Kurdistana Îranê dikim û hevxemiya xwe radigehînim. Hevdem hivîdarim ku bîr û hizra mirovhezane a Pap, bibe hêvinê aşitî, azadî û dabînbûna mafê vekhev bo hemû mirov û neteweyekî niştimanpewer û azadîxwaz.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Sekreterê Giştî

Mistefa Hicrî

21ê Nîsana 2025 a Zayînî