
Balafirên şerkere Amerîkayê îro û roja derbasbûyî de dehan êrîşên esmanî kirne ser navendên serbazî û enbarên cebilxane bi taybet enbarên mûşekî û dironî yên Hûsiyan û derbên giran li wan dan.
Pêka raporên belavbûyî li sibêdeha roja Sêşemî 2ê Banemera 1404 a Rojî, balafirên Amerîkayê çendîn deverên bajarê Sen`ayê li 3 êrîşên esmanî yên cuda de kirine armnc lê heta niha zanyariyên serast li derheq vê êrîşa giran û berfireh belav nebûne.
Herwisa li roja derbasbûyî de jî pêka rapora nûçegihaniya “Asoşêytêd Pirês”, li encama bombebarankirina navendên Hûsiyan, enbarên cebilxane û jêrxanên wan ên serbazî, zêdetir ji 12 kes ji Hûsiyan hatine kuştin û zêdetir ji 30 kes jî hatiye birîndarkirin.
Pêka raporên belavbûyî roja derbasbûyî de li çendîn parêzgehên din ên Yemenê yên wek “Omranî, Hodeyde, Marib û Seide”yê de balafirên Amerîkayê, enbarên cebilxane, binke û navendên serbazî û bi taybet enbarên mûşekî yên Hûsiyan li Kûrahiya erdê de kirine armanc û teqandine.
Li êrîşa esmanî ya roja Îna derbasbûyî de jî zêdetir ji 74 Hûsî hatine kuştin û zêdetir ji 171 kes jî birîndar bibû û enbarên mûşekî û dironiyên Hûsiyan li kûrahiya çiyayên derdora bajarê Sen`ayê, bibûne armanca bombên çeperşikên ên Amerîkayê.