
Di demekê de ku roja Şemiya derbasbûyî gera duyem a danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li Îtaliya de bi dawî hat û heya niha ti zanyariyek zelal li encama vê danûstandinê nehatiye belavkirin, gorî gotina Wezîrê derve yê rêjîma Îranê biryar dabûn ku roja Sêşemiyê anku îro dîsan li Omanê de hevdîtinê bikin, heya ku bikarin roja Şemiya dahatî gera Sêyem a danûstandinê bi rê ve bibin.
Danûstandina rasterast a Amerîka digel rêjîma Îranê li balyozxaneya Ommanê li bajarê Romê de piştî 4 demjimêran bi dawî hate û her 2 aliyan , pêvajoya danûstandinan bi erênî ragihandine lê ti zanyariyek zêdetir belav nebkirin.
Rêjîma Îranê di ragihandinên xwe de wisa dide xuya ku serkevtin bidest xistine û geheştine encamekî erênî, lê deshilatdarên Amerîka heya niha jî ti zaniyariyekî serrast belav nekirin û tenê dibêjin ku danûstandin diçe pêş.
Wezîr derve yê rêjîmê “Ebas Îraqçî” tevî bi erênîragihandina vê danûstandinê gotiye ku xalên li bercamê êdî bi kar nayên û îdia kir ku egera lihehkirineke nû digel Amerîkayê heye.
Donald Trump ê serkomarê Amerîkayê pêştir jî ragihandiye ku em naxwazin rêjîma Îranê çeka navkî hebe, û divê hemî bernameya xwe ya etomî jinav bibe.
Parek ji deshilatdarên Amerîka li ser vê baverê ne ku rêjîma Îranê bi wan danûstandina tenê dixwaze wext bidest bîne, levra tenê rêçare êrîş û bombebarana binkên etomiye rêjîmê ye.