
Kempêyna Lipeyketin bo Mafê Kêmendana ku li sala 1395 de wek kempêynek bo bidestveanîna mafê Kêmendaman hatibû avakirin, bi sedema nebûna piştevaniya hikûmî, hate hilveşandin.
Birêveberê Kempêyna kêmendaman ê bi navê “Bêhrûz Murwetî” ragihandiye ku guhnedana berpirsên hikûmî bi daxwazî û hewcehiyên kêmendaman û bêhivîbûna vê kempêynê ji piştevanîkirin û alîkarîdanên hikûmî, sedema bingehîn a hilveşandina vê kempêynê ye.
Navbirî li hevpeyvîna xwe digel rojanameya “Şerq” de ragihand ku li heyama nêzî 9 salan çalakiyên vê kempêynê de li 3 kabîneyên rêjîmê de çi car bi awayek micid, guh bi daxwaziyên vê qata civakê nehatiye dan û li heyam desthilatdariya wan 3 kabîneyên rêjîmê de me heta nekariye pêngavekê jî pêşda bawêjin.
Yek ji girîngtirên destkevtên vê kempêynê, bandorxistin bi ser rêjîmê bo erêkirina yasaya piştevanîkirin ji kêmendaman li sala 1396 de bû ku tevî erêkirinê ew yasa rastî çalişên micid ên kabîneyên rêjîmê ve hat.
Rêjîma Îranê, kêmendam û pirsgirêkên wan ên wek, pirsgirêka derman, bîme, rewşa jiyan û hewcehiyên din ên taybet, piştguh avêtine ku heta niha çendîn kombûnên nerizayetî yên kêmendaman bi sedema xemsarî û guhnedana berpirsan bi hewcehî û daxwaziyên wan bi rê ve çone.