Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 12 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

12:49 - 22 Nîsan 2025

Li çendîn bajarên Rojhilat Kurdistan û Îranê de zêdetir ji 12 kombûnên nerizayetî ji aliyê malnişînkiriyan, malbatên girtiyên siyasî û xelkê medenî û xisarpêketiyên malî ve hatine lidarxistin.

Roja Dûşemî 1ê Banemera 1404 a Rojî, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarên “Sine, Kirmaşan û Merîwan”ê de kombûna nerizayetiyê li rûberûyê bînaya vê îdareyê li wan bajaran de lidar xistin û daxwaziyên xwe dubare kirin.

Li vê rojê de li bajarê Urmiyê de malbata girtiyê siyasiyê Kurd Hemd Husênnijad Heyderanlû” 5emîn roja nerizayetiya xwe li hember sepandoina sizaya bidarvekirinê lidar xistin ku rêjîmê guh bi daxwaziyên wan neda û bi nemirovane ev ciwanê bêtawan ê Kurd, bidar vekirin.

Herwisa malnişînkiriyan li bajarên din ên Îranê wek “Têhran, Îsfehan, Zencan, Reşt û Tewrêz”ê de kombûnên nerizayteî lidar xistin.

Li vê rojê de kombûna nerizayetî ya karmendên palavtingeha “Parsê cinûbî” li 4emîn roja xwe, berdewam bû û li bajarê Tewrêzê de jî kedkarên şirketa “Îran xudro” li hewşa vê şirketê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza maf û heqdestên xwe kirin.

Li bajarê Bûşêhrê de jî xisarpêketiyên malî yên şirketa “xudrosaziya cem” li rûberûyê bînaya dadgusteriya rêjîmê li wî bajarê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li vê rojê de xelkê gundê “Dêhmord”ê ser bi bajarê Bextiganê li parêzgeha Fars, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember karê kangehê li nêzî avahiyên wan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.