
127 sal bi ser damezrandina rojnamegeriya Kurdî re derbas dibin
Di sala 1898an de, rojnameya yekem a Kurdî bi navê “Kurdistan” ji aliyê Miqdad Madhat Bedirxan ve li Qahîreya Misrê hate weşandin.
127 sal di ser derketina yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe. Di vê rojê de bi dehan çalakiyên cûrbecûr tên lidarxistin.
Rojnameya Kurdistan bi zaravayê Kurmanciya Jorîn û 15 rojan carekê dihat weşandin.
Rojnameya Kurdistan heta hejmara pêncemîn ji aliyê Miqdad Medhet Bedirxan ve dihat weşandin, piştre birayê wî Ebdulrehman Bedirxan ev erk kêşa ustiyê xwe.
Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin.
Bi giştî 31 hejmar ji rojnameya Kurdistanê derket. Ji hejmara yek heta pêncê li “Qahîrê” derket, ji hejmara 6 heta 19 li bajarê “Jinêv a Swîsê”, ji 20 heta 23 dîsa li Qahîrê, hejmara 24 li Lendenê, ji hejmara 25 heta 29 li Alman û 30 û 31 jî dîsa li Jinêv ê hat derxistin.
Ev roj anku 22 7ê Nîsanê di nava netewa Kurd de wek roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye navdêrkirin.
Em ji Navenda Ragihandina Hizba Dêmokrat ve, pîrozbahiya vê hilkevtê ji tev gelê me û bi taybet xemxor û rewşenbîr û wan rojnamevanên Kurd dikim ku ked û pênûsa xwe xistine xizmet çand û wêje û Zimanê netewa xwe de.