
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK-Bakûr) peyameke pîrozbahiyê li 127emîn sala avakirina rojnameya Kurdistan û yekem rojnamevaniya Kurdî , belav kir.
Deqa vê peyamê wiha ye:
22ê Nîsanê Roja Rojnamevanîya Kurdî Pîroz Be
Em 22 Nîsanê roja rojnamevanîya kurd bibîr tînin.
22ê Nîsan roja rojmamegeriza Kurdî ye. Di 22ê Nisana 1898an da, Miqdat Bedirxan li Qahîreya Misirê,yekemîn rojnameya kurdî Kurdistan e derxist.
Damezrînerê rojnameyê Mîkdad Mîdhat Bedirxan bi vê pêngavê bingeha çapemeniya kurdî danî û bû dengê gelê xwe.
Ji wê demê heta îro, rojnamegerên Kurd tevî şert û mercên dijwar jî, ji bo mafê gelê ku rastiyê hîn bibin, têdikoşin.
Tevî sansûr, zext, binçavkirin û girtinan jî, çapemeniya kurd her tim bûye dengê gel û di doza neteweyî ya Kurd de berdewam kir.
Îro gelek rojnamegerên kurd, ji ber ku rastiyê û fikirên xwe tînin ziman, di girtîgehê de ne; ew di bin zextê de ne.
Lê çapemeniya azad, yek ji remanên bingehîn ên demokrasî û azadiyê ye.
Îfadekirina rastiyê, rast agahdariya raya giştî û eşkerekirina binpêkirinên mafên mirovan sûc nîne; ev erka bingehîn a rojnamegeriyê ye.
Di vê roja watedar de, em hemû rojnamegerên ku dibin dengê gelê xwe silav dikin.
Em kedkarên çapemeniyê yên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û dixwazin ku rojnamegerên girtî di zûtirîn demê de bên berdan.
Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!
22 Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be.
22.04.2025(2ê Banemra 1404 a Rojî)
PSK-Partîya Sosyalîst a Kurdistan
Ragîhandina Çapemenî