
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, tacirekî Îranê û herwisa toreke ticareya gaza şil a rêjîma Îranê li lîstê dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê zêde kir.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li roja Sêşemî 2ê Banemera 1404 a Rojî de bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku tacirekî Îranî yê bi navê “Esedullah Îmamcum`e” û tora wî ya bi navê “Îmamcume” ku li veguhastin, peydakirina bazar û firotina gaza şil a rêjîma Îranê de rol hebûne li lîstê dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.
Pêka daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, tora “Îmamcum`e” bi 100an milyon Dolar gaza şil û nefta Îranê li bazarên derve de firotiye ku dahata vê bo geşedan bi terorîzma navnetewî û alozîxistin li deverê bi rêya milîsên ser bi vê rêjîmê, tê xerckirin.
“Skat Bêsênt” Wezîrê Xezênedariya Amerîkayê bi belavkirina vê daxuyaniyê ragihand: “Esedullah Îmamcum`e” û tora ticariya wî, hewl danê ku hezaran barên gaza şil bi welatên wek Amerîkayê veguhazin û dorpêçên bo ser rêjîma Îranê dor lêbidin.
Herwisa Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku “Esedullah Îmamcum`e” û kurê wî yê bi navê “Mêysem Îmamcum`e” ku nasnameya Îranî û Birîtaniyayî heye li Îmaratê de niştecî ne û bi rêya çendîn şirketên din li Îran û Îmaratê de toreke veguhastina neft û gaza Îranê bi rê ve dibin û navbirî birêveber an xwediyê şirketên din ên li Îranê û herwisa birêveberê şirketa Birîtaniyayî ya “Worldwide LPG Limited” e.