Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê gefa bidarvekirein li keçeke temen 13 salî kirine

12:14 - 23 Nîsan 2025

Îtilaata rêjîmê û herwisa berpirsên girtîgeha rêjîmê li kiryareke dije mirovî de li bajarê Urmiyê, gef li keça “Hemîd Husênnijad Heyderanlû” ya temen 13 salî kirine ku dê wê jî bidar vekin.

Pêka raporên belavbûyî, givaşa navendên ewlehî yên rêjîmê bi ser malbata “Hemîd Husênnijad Heyderanlû” berdewam in û li dawî givaşan de keça temen 13 salî ya navbirî ya bi navê “Ronahî” ji aliyê yekeya pasrastin a girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê û herwisa hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiye û Çaldiranê de gefa binçavkirin û bidarvekirinê li vê zarokê kirine.

Pêka wan raporan, hêzên ewlehî yên rêjîmê û herwisa parastina girtîgeha rêjîmê bi awayê rasterast û rû bi rû, bi vê malbatê û bi taybet “Ronahî Husênnijad Heyderanlû” gotine ku li egera berdewambûn a midayîkirina rewşa bavê wan, dê bêne girtin û dê qederek wek bavê xwe hebin.

Gefa rasterast a girtin û bidarvekirin li zarokek temen 13 salî ku bavê wî hatiye bidarvekirin, yekek din ji kiryarên, hovane, qirêj û dûr ji hemû pirensîp û yasayên mirovahî ya rêjîma Îranê li hember xelkê Kurdistanê û bi taybet zarokan e.