
Li berdewamiya binçavkirina ciwanan û kesayetiyên olî li Rojhilatê Kurdistanê, nûgihanek û 2 mamsostayên olî ji aliyê hêzên rêîjîmê ve hatine girtin an sizaya girtîgehê bi ser wan de hate sepandin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Çarşemî 3ê Banemera 1404 a Rojî, Mamosta “Ayet Xulamî”, pêşnimêjê berê yê Mizgevta “Mihemed Mistewfa” li bajarê Kirmaşanê û mamostayê waneyên olî, piştî gazîkirin bo dadgeha olî ya rêjîmê li bajarê Kirmaşanê, hate girtin. navbirî pêştir jî çendîn caran bi sedema piştevanêîkirtin li daxwaziyên xelkê û herwisa şermezarkirina sizaya bidarvekirina mamsota “Mihemed Xizirnijad” hatibû gazîkirin û rastî lêpirsînan hatibû.
Herwisa li vê rojê de Mamosta “Sabir Xudamuradî”, pêşnimêjê Mizgevta “Nûr” a bajarê Seqizê, piştî gazîkirin bo dadgeya olî ya rêjîmê li bajarê Hemedanê, 22 heyv girtîgeh bi ser de hate sepandin, vê dadgeha rêjîmê ev mamosta bi teblîxat li dijî rêjîmê tohmetbar kiriye.
Li bajarê Bokanê de jî, hêzên îtilaata rêjîmê çend rojan berî niha nûgihanekî temen 17 salî yê bi navê “Îhsan Hemzezade” kurê “Osman” girtin û piştî derbasbûna wan çend rojan, tevî lipeyketina malbata wî, ti zanyariyek li derheq, sedema gazîkirin bo îdareya îtilaat a rêjîmê û sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî xwendevanê pola 11 li bajarê Bokanê û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.
Navbirî ku li rêûresmên newrozê de çalak bûye, bi rêya têlêfonê ve bo îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Bokanê hatibû gazîkirin.