Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê de zêde bûne

11:33 - 24 Nîsan 2025

Rêjîma Îranê rêjeya bidarvekirinan li girtîgehên xwe de bi awayekî lezgîn zêde kiriye û li jêr sîbera danûstandinên li nevbera Amerîka û rêjêmê ku ragihandin mijûlê xwe kirine, rêjeya bidarvekirinan wek alaveke tepeserkirina xelkê Îranê, zêdetir kirine.

Pêka raporên belavbûyî, roja Çarşemî 3ê Banemera 1404 a Rojî, “Ekber Şêyxî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê, “Emanullah Berahûyî” Xelkê zahidanê û Mihemedelî Nasirî, Ekber Mûsa an Mûsewî û 4 girtiyên din ên xelkê bajarê Hêrsînê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ku nasnameya wan hêj nehatiye zanîn li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li roja Sêşemî 2ê Banemerê, “Wehîd Naroyî û Yarwelî Mehmûdwend” û 2 girtiyên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê û “Riza Tebertê” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erakê de hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê sepandin û cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê wek alavek bo tepeserkirin û serkutkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet xelkê Kurd û Belûç”bi kar tîne û vê carê jî kesên bidarvekîrî, Kurd an Belûç bûne.