
Serokê Ajanasa Navnetewî ya Wizeya Navkî, piştî belavbûna rapora Damezraveya “Zanist û Ewlehiya Navnetewî” ya Amerîkayê, daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku li vê derheqê de bersiva Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bide.
Roja Çarşemî 3ê Banemra `1404 a Rojî, “Rafaêl Girûssî”, Serokê Ajanasa Navnetewî ya Wizeya Navkî, piştî belavbûna rapora damezraveya “Zanist û Ewlehiya Navnetewî” ya Amerîkayê li derheq çêkirina dîwarên bilind ên ewlehî li dora tûnelên nêzî binkeya navkî ya Netenzê, li cîvîneke Rojnamevaniyê de li bajarê Waşîngtonê, daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku li vê derheqê de bersiva Ajansê bide.
“Rafaêl Girûssî” li vê cîvîna Rojnamevanî de ragihand: “Mijara tûnelan, çendîn caran digel berpirsên rêjîma Îranê hate baskirin, em ji wan dipirsin ku ev tûnel bi çi armancekê ne û lê ew dibêjin ku ti pêwendiyek bi ve nîne.
Navbirî li heftiya derbasbûyî de jî bi tekezî ragihand: “Erkê her welatekî ye ku Ajansê ji armanca xwe li damezraveyên derdora binkeyên navkî agehdar bike lê rêjîma Îranê helwîsteke taybet bi xwe heye û wa hizir dike ku ti hewcehiyek bi ragihandina wan bi Ajansê nîne”.
Herwisa navbirî ragihand ku egera bikaranîna wan tûnelan bo paşkevtkirina madên navkî yên neragihandî heye.