Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mehmûd Ebbas daxwaz ji Hemasê kir ku çekên xwe danên û barimteyan azad bikin

11:42 - 24 Nîsan 2025

Serokê teşkîlata xwebirêveber a Felestînê, bi zimanekî gelek tund daxwaz ji Hemasê kir ku bi lezgînî çekên xwe danên û barimteyên Îsraîlî azad bikin û şer bisekinînin.

Roja Çarşemî 3ê Banemera 1404 a Rojî, “Mehmûd Ebbas”, serokê teşkîlata xwebirêvener a Felestînê, li 32emîn kongireya vê teşkîlatê de got: “Em daxwaza sekinîna şer û qirkirina Felestîniyan ji aliyê Îsraîlê ve dikin, her rojê sedan kes têne kuştin û her çi qas em daxwazê ji Hemasê jî dikin ew bi nerênî bersiva me didin”.

Herwisa navbirî bi awayekî gelek tund rû bi Hemasê got: “Barimteyan azad bikin û dawî bi wî şerê qirêj bînin”.

“Mehmûd Ebbas”, daxwaz ji Hemasê kir ku dest ji çekên xwe û herwisa desthilata xwe li Xezê berdin.

Heta niha Hemasê ti bersivek bi peyama gelek tund a Mehmûd Ebbas nedaye û tevî hemû derbên giran û jidestdana piraniya herî zêde ya berpirsên payebilind, cebilxane, darayî, hêz û şiyana serbaziya xwe, barimteyên li destê xwe de azad nake.