Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê mijûlê çêkirina dîwar li derdora binkeya navkî ya Netenzê ye

11:47 - 24 Nîsan 2025

Rêjîma Îranê mijûlê çêkirina dîwareke mezin ê ewlehî li dora tûnelên binerd li binkeya navkî ya Netenzê ye ku heta niha lêkolerên Ajansa navnetewî ya Wizeya navkî, derfet û îzna lêkolîn li wan tûnelan de nebûne.

Pêka raporeke damerzraveya “Zanist û Ewlehiya Navnetewî” ya Amerîkayê, rêjîma Îranê mijûlê çêkirina dîwarek bilind û mezin ê ewlehî, li dora tûnelên binerd li rojavayê binkeya navkî ya Netenzê ye ku heta niha rêjîma Îranê îzn nedaye lêkolerên Ajansa Navnetewî ya wizeya navkî, serdana wan tûnelan bikin.

“Dêywîd Albrayt” ê serokê damerzraveya “Zanist û Ewlehiya Navnetewî” ya Amerîkayê daye zanîn ku çêkirina dîwarê ewlehî dide xuya, ew tûnelane ku çendîn sal e rêjîma Îranê mijîlê çêkirina wan li jêr çiyayê “Kuleng Gezla” an “Kuleng” erenge rêjîm bi armanca parastina çeka navokî bikar bîne û lewmaye ku rêjîm derfeta lêkolîn li wan tûnelan de nade lêkolerên Ajandsa Navnetewî ya wizeya navkî.

Wezîrê derve yê rêjîma Îranê, ew rapora bi raporeke wehmî binav kiriye.