
Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Şinoyê de talareke wî bajarê ya bi navê “Şino”bi sedema vê ku li rêresma şayiyek li vê talarê de beşdarbûyan, axabanî û kincên xakî li xwe kiribûn, bo heyamê 5 heyvan hate daxistin û deriyê vê hate plompkirin.
Nêzî 2 heyvan berî niha li rêûresmeke dawetê de li vê talarê de xelkê bi kincên kurdî yên xakî û axabanian, beşdarî li vê rêûresma şayiyê de kiribûn.
Pêka girte vîdyoyên belavbûyî yên vê rûresmê ku çendîn rojan li torên civakî de li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh belav bûn, xatûna rêzdar “Zara”, dayîka Şehîd “Kemal Xizrî”bi destê xwe axabanî avêtibû stuyê bûk û zava.
Şehîd “Kemal Xizrî” li 26ê Cozerdana 1395 a Rojî, digel çend hevalên xwe li hemaseya şerê “Qereseqel”ê ser bi bajarê Şinoyê de hate şehîdkirin.
Rêzgirtin ji nav û yada wî şehîdê Kurdistanê, berteka îtilaata rêjîmê li pey xwe anî û bi vê sedemê ew talar bo heyama 5 heyvan hate daxistin û deriyê vê jî hate plompkirin.
Pêka zanyariyan, pêştir jî zava û çendîn kes ji beşdarbûyên vê rêûresma dawetê, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve hatibûne binçavkirin.