Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojavayê Kurdistanê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstiya Kurdî hate lidarxistin

11:43 - 26 Nîsan 2025

Konferansa Ragihandina Yekhelwestiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li jêr çavedêriya aliyên navdewletî dest bi karê xwe kir.

Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, îro 26ê Nîsana, îro serê sibêzû Konferansa Yekhelwestiya Kurd li bajarê Qamişloyê birêve ço.

Aliyên beşdar, partiyên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Rêveberiya Xweser û du partiyên din in. Herwisa nêzîkî 300 kesayetî beşdarî konferansê bûn.

Hat zanîn ku ji bilî navçeyên Rojavayê Kurdistanê, kesayetiyên ji Heleb, Şam, Izaz, Hema û Babê jî beşdar in.

Li gorî zanyariyan, Armanc ji vê konferansê ragihandina yekhelwestiya Kurd û avakirina şandeyeke hevpar a Kurdî ye, ji bo danûstandina li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê li derheq mafê netewî ê gelê Kurd li wê perça Kurdistanê ye.

Herwiha, ji Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî Nûnerê rêzdar Mesûd Barzanî, jî beşdarî konferansê ye û şandeyeke Herêma Kurdistanê û şandeyek ji partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî di vê konferansê de beşdarî in.

Di konferansê de, dê nîqaş li ser reşnivîsekê bê kirin ser pirsa neteweyî, li ser niştimanî û Kurd di Sûriyeyê de çi dixwazin bikin, çawa zimanê Kurdî û mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de biparêzin.”