
Li girtîhgeha rêjîmê li bajarê Banê de, bi awayekî cihê şik û gumanê, li heyama heyvekê de 3 girtiyan canê xwe ji dest daye û rêjîmê jî îdiya kiriye ku wan girtiyan bi sedema sekinîna dil canê xwe ji dest daye.
Pêka rapora Navenda Mafê Mirov a Îranê, li heyama heyveke de 3 kes ên bi navên “Elî Sohrabî, Ferhad Remezanî û Kemal Mihemedpûr”bi awayekî cihê şik û gumanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Banê de canê xwe ji dest dane, berpirsên rêjîmê li vê derheqê de îdia kirine ku wan girtiyan bi sedema sekinîna dil canê xwe ji dest daye.
Pêka vê raporê, li 18ê Xakelêweya 1404 a Rojî, Elî Sohrabî, li 16ê Reşemeya 1403 a Rojî, “Ferhad Remezanî” û li 10ê Reşemeya 1403 a rojî, “Kemal Mihemedî li vê girtîgehê de canê xwe ji dest dane û rêjîmê li wan 3 haletan de jî sedema canjidestdana wan girtiyan bi sekinîna dil ragihandiye.
Reftar tundûtîj, îşkencekirinên hovane, bêparbûn ji derman û pêrenegihîştina dermanî li girtîgehên rêjîmê û dana hinek dermanên nenaskirî li îşkencegeh û girtîgehan bi girtiyan, beşek ji sedemên canjidestdanên cihê şikê a girtiyan li girtîgehên rêjîmê de ne.