
Dadgeha rêjîmê li bajarê Seqizê, heyama binçavkirina Şêx Zahid Şehabî ku li 4ê Xakelêweya 1404 a Rojî de hatibû binçavkirin, bo heyveke din dirêj kirin.
Pêka raporên belavbûyî, ji aliyê dadgeha înqilab û dadseraya giştî ya rêjîmê li bajarê Seqizê, heyama binçavkirina “Şêx Zahid Şehabî” ku li 4ê Xakelêweya 1404 a Rojî de hatibû girtin, bo heyveke din hate dirêj kirin, navbirî ku birayê “Şêx Azad Şehabî” ye ji dema binçavkirinê ve ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, bêpar bûye.
Şêx Zahid Şehabî li 4ê Xakelêweyê de li êrîşa hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Seqizê de bo ser xaneqaha “Rêya Azadî” li wî bajarî, bi awayekî tundutîj, hate binçavkirin û tilêfon û çendin alavên wî yên kesîn, ji aliyê wan hêzên hov ve dest bi ser de hate girtin.
Li 28ê Pûşpera 1403 a Rojî de, “Şêx Azad Şehabî” yek ji kesayetiyên olî li Rojhilatê Kurdistanê û birayê Şêx Zahid, digel 2 hevalên xwe yên bi navên”Pêyman Mihemedî û Perwîz Rehîmpenah” li xaneqaha wî de li bajarê Seqizê, ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hatine kuştin.