Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyva Xakelêweya 1404 a Rojî de 85 kes ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekirin

11:54 - 26 Nîsan 2025

Li halekê de ku rêjîmê li heyva Xakelêweya 1402 a Rojî de 4 kes û Xakelêweya 1403 de 23 kes li girtîgehên xwe de bidar vekiribûn, rêjîmê li heyva Xakelêweya îsal anku 1404 a Rojî de zêdetir ji 85 girtî li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine.

Pêka amara Navenda Mafê Mirov a Îranê, rêjîma Îranê li heyva Xakelêweya 1404 a Rojî de zêdetir ji 85 girtî ku “80 mêr û 5 jin” bûne li girtîgehên xwe de bidar vekirine ku bi berhevdanîn digel 2 salên pêştir rêjeya bidarvekirinê çendîn qat zêdetir bûye, rêjîmê li heyva Xakelêweya 1402 a Rojê de 4 kes û Xakelêweya 1403 de 23 kes li girtîgehên xwe de bidar vekirine.

Herwisa 2 kes ji wan bidarvekiriyan zarok bûne.

Zêdebûna rêjeya bidarvekirinan li Îranê li halekê de ye ku pêka gotina navendên mafê mirovî û herwisa navendên lêkolînan ên parastina mafê mirov, rêjîma Îranê bi armanca çêkirina rewşeke tirs û samê li nava civakê û rêgirîkirin ji her cure nîşandana nerizayetî û herwisa serîhildana seranserî, wan bidarvekirinan wek alavek bo tepeserkirina xelkê bi kar tîne.

Gorî amaran ji wan 85 girtiyên ku hatine bidarvekirinî, pitir ji 40 kesî Belûç û Kurd bûne.