Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatê Paraguayê spaha pasdaran bi rêkxiraveke terorîstî nas kir

11:56 - 26 Nîsan 2025

Welatê Paraguayê bi hilgirtina pêngawek erênî bi armanca sekinîna cîhanî li hember terorîzmê, spaha pasdaran a rêjîma îslamiya Îranê bi terorîst nas kir.

“Santiyago Pêniya” yê Serkomarê Paraguayê, bi belavkirina peyamekê ragihandiye ku wî welatî li berdewamiya sekinîna cîhanî li hember terorîzmê, spaha pasdran a rêjîma Îranê, Hemas û Hizbullaha Lubnanê bi sedema gefa wan bo ser aşitî, mafê mirov û ewlehiya navnetewî, li lîstê rêkxiravên terorîstî de tomar kiriye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê tevî pêşewazîkirin ji biryara Paraguayê, rêjîma Îranê bi mezintirîn piştevanê terorîzma dewletî binav kir û tekezî kir ku hêzên spaha qauds a spaha pasdaran a terorîst û milîsên vê rêjîmê, berpirsê dabînkirina malî û rêkxistina êrîşên terorîstî li cîhanê ne û Îsraîlê jî ev bi biryareke dîrokî binav kir û destxweşî li vê helwîsta micid a Paraguyayê kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku biryara Paraguayê dê bibe sedem ku destê rêjîmê û milîsên vê li sêgoşeya li navbera “Arjantîn, Paragua û Birêzîl”ê de bo darîştina bername û dabînkirina malî û hewlên terorîstî û kiryarên alozker bê kurt kirin.

Rêjîma Îranê, ew biryara Paraguayê bi bandora Îsraîlê ve girê da û ew bi “dujmîniyek metirsîdar” binav kir.