
Serkomarê Amerîkayê ragihandiye ku hekî danûstandin digel rêjîma Îranê negihe ti encamekê, Amerîka amade ye bo êrîşkirinê, pêşqedem be û Îsraîlê ji daxwaza bikaranîna bombên 14 tonî dike.
Roja Înê 5ê Banemera 1404 a Rojî, Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, careke din tekezî kir ku hekî danûstandinên dighel rêjîma Îranê negihe ti encamekê, Amerîka amade ye bo êrîşkirina serbazî pêşqedem be.
Herwisa Donald Trump ragihandiye ku bo hevdîtin digel rêberê rêjîma Îranê Elî Xamineyî an Mesûd Pizişkiyan ê serkomarê rêjîmê amade ye.
Herwisa mijara mûşekên rêjîmê jî pirskirêkekî din li danûstandinên digel rêjîma Îranê ye ku piştî danûstandina Amerîka û rêjîmê li roja Şemiyê 6ê Banemerê, dê zanyariyên zêdetir belav bibin.
Ji aliyê din ve, “Ran Dêrmêr”Wezîrê Karûbarên stratyejîk ê Îsraîl daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku li êrîşkirian bo ser damezraveyên navkî yên rêjîma Îranê, bombên çeperşikên ên 14 Tonî yên Amerîkyê berçav bigirin ku dikare hemû damezraveyên navkî, yên rêjîma Îranê li kûrahiya erdê de ji nav bibe.