
Li halekê de li parêzgeha Luristanê de kombûna hêminane a xelkê rastî tundûtîjî û teqeya hêzên rêjîmê hatiye li bajarê Kirmaşanê de jî xelk li hember zordariya bajarvaniyê de sekiniye.
Roja Înê 5ê Banemra 1404 a Rojî, kombûneke nerizayetî ya hêminane a xelkê gundekî ku navê wî gundî nehatiye zanîn li parêzgeha Luristanê, rastî êrîşa hovane ya hêzên dije mirovî yên rêjîmê hat û pêka raporên belavbûyî, hêzên rêjîmê teqe li xelkê wî gundî kirine ku tevî xisarên malî bi xelkê, çend kes ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatine birîndarkirin û xelkê jî bersiva rêjîmê daye û li hember wan sekinîne.
Herwisa roja pêştir jî li bajarê Kirmaşanê de hêzên bajarvaniyê bi awayekî hovane û dor ji mirovahiyê, êrîş kirine ser destfiroşekî hejar û hemû tiştên wî ji nav birine û bi tundûtîjiyeke zêde digel wî reftar kirine ku bûye sedema nerizayetiya xelkê û li hember vê tundûtîjiyê de sekinîne.
Herwisa li roja Înê de werzêrên deşta “Germsar û Aradan”ê li parêzgeha Simnanê, nerizayetiya xwe li hember qutkirina ava wan ji bendava Nemrûdê dane xuya û xwenîşandaneke nerizayetî lidar xistin û ragihandine ku berhemên wan ên werzêrî ji nav diçin.
Herwisa nerizayetiya xelkê gundê Dêhmord”ê li parêzgeha Far bo 5emîn rojê berdewam bû û xelkê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember karê kangehê li nêzî avahiyên wan, nerizayetiya xwe careke din dubare kirin.