Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li 3ê Banemerê de 3 girtiyên din jî bidar vekirine

12:06 - 26 Nîsan 2025

Li berdewamiya bidarvekirinan li girtîgehên rêjîmê, vê carê 3 girtiyên din jî li bajarên Hemedan û Tewrêzê de ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekrin/

Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê li roja Çarşemî 3ê Banemera 1404 a Rojî de girtiyek ê bi navê “Ekber Şêyxî”, temen 25 salî, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê de bidar vekiriye, navbirî pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.  

Herisa li vê rojê de 2 girtî yên bi navên “Mêhran Zulfî, temen 27 salî xelkê bajarê Tewrêzê û Esxer Nûrîniya, temen 35 salî xelkê bajarê Colfayê”, ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de hatine bidarvekirin.

Pêka dawî raporan, rêjîma Îranê li heyva Xakelêweya 1404 a Rojî de zêdetir ji 85 kes bidar vekirine.