Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîneke gelek mezin li bajarê Bender Ebasê de qewimî

16:40 - 26 Nîsan 2025

Pêka raporên navxwyî li Îranê, teqîneke qelek mezin li wêzgeha deryayî ya Recayî li bajarê Bender Ebbasê de qewimiye ku heta niha sedema vê teqîma mezin nehatiye zanîn.

Pêka girtevîdyoyên belavbûyî li torên civakî, li 6ê Banemera 1404 a Rojî, teqîneke qelek mezin û bihêz li wêzgeha deryayî ya Recayî li bajarê Bender Ebbasê de qewimiye ku heta niha sedema vê teqîma mezin nehatiye zanîn.

Pêka gotina xelkê li nêzî vê teqînê û herwisa girtevidyoyên belavbûyî, ev teqîn bi qasekî mezin û bi hêz bûye ku heta çend kîlometrên dora vê teqînê de şûşeyên malan û herwisa maşînan teqiyane û xisarên gelek giran bi taybet maşînan kevtine û îşare bi kuştiiyan û herwisa erdheja piştî teqînê jî hatiye kirin ku heta niha ti amarek li vê derheqê de belavnebûye.

Tevî ku heta niha sedema vê teqînê rohn nebûye, egera erîşkirin bi ser vê wêzgeha veguhastina deryayî heye lê heta niha ti alî an welatekê ew teqîn an êrîşkirin li stuyê xwe negirtiye.

Nûçegihaniya Tesnîm a ser bi spaha pasdaran a terorîst ew teqîn înkar kiriye, ew li halekê de ye ku li parêzgehên derodr de jî dengê vê teqîna mezin hatiye bihîstin û hejmareke zêde ji nûçegihaniyên din ên navxweyê Îranê ew teqîn piştrast kirine.

Hinek çackaniayn jî belav kirine ku ew teqîn li nav kantîneran de qewimiye û pêka gotine hinek çavkaniyan, ew twqîn hewşêweyê teqîna li bajarê Beyrûtî bûye ku li nîzî sîloya genim li gemiyeke hilgirê Nîtrata Amomiyom bû.