
Danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê bê ti encamekê bi dawî hat û biryare danûstandin li roja Şemî ya heftiya bê berdewam be.
Heyeta danûstandin a rêjîma Îranê tevê bi erênîragihandina dora 3 ya vê danûstandinê, ti zanyariyek li derheq naveroka vê danûstandina 5 demjimêrî li Ommanê, belav nekirine, ji aliyê din ve pêka rapora “New York Times”ê tevî gengeşeya li ser çendîn mijaran, danûstandin bê ti encamekê bi dawî hatiye.
Ji aliyê din ve rojnameya “Washington Post”bi belavkirina raporekê daye zanîn ku danûstandin erênî bûye lê li hûrdekariyan û aloziyên vê danûstandinê de cudatî gelek in û egera zêdebûna dijayetiyan gelek zêde ye.
Tevî hemû înkarkirinên rêjîmê, danûstandin bi awayê rasterast bi rê ve çoye.
Ji aliyek din ve rêjîma Îranê ragihandiye ku ti pirsgirêkek digel demdirêjbûna wan danûstandinjan de nîne, pêka gotina çavdêrên siyasî, rêjîma Îranê bi vê yekê dixwaze xwe ji mikanîsma maşê û vegeriyana hemû dorpêçan derbas bike.
Pêka gotina hinek çavkaniyan jî, bernameya mûşekiya rêjîmê, yek ji mijarên aloz ên wan danûstandinan e ku rêjîma Îranê pêştir îdia dikir ew hêla sor e.
Donald Trump ê serkomarê Amerîka li derheq wan danûstan de gotiye ku hekî wan danûstandinan ti encamek nebe dê yekem êrîşkerê bo ser navendên navkî yên rêjîma Îranê be.
Rêjîma Îranê dixwaze wan danûstanmdina heta heyva Juen a îsal ku mikanîsma maşê çalak dibe, bi awayek demdirêj bike ku bikare rêgirî ji çalakbûna mikanîsma maşê û dorpêçan bike.