Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li teqîna bajarê Bender Ebasê sedan kes hatne kuştin û birîndarkirin

12:11 - 27 Nîsan 2025

Teqîna bihêz li wêzgeha qiraxvî ya Recayî li bajarê Bender Ebasê rêjeyeke zêde kuştî û birîndar hene ku li encama teqîna şewata hişik a mûşekên spaha pasdaran de qewimiye.

Birêveberê giştî yê qeyranên parêzgeha Hormozganê îdia dike ku li vê teqîna mezin de 25 kes hatine kuştin û 800 kes jî birîndar bûne, ji aliyê din ve pêka gotina xelkê vê wêzgehê, çendîn bîna û kesên li wan bînayan de bi tevavî ji nav çona û dehan kes hatine kuştin û amara birîndaran jî hêj bi serastî nehatiye ragihandin û amara kuştî û birîndaran dem bi dem diguherin.

Hate zanîn ku piraniya kesên ku weke birînda têne hisabê, bi sedema moca bihêz a wê teqînê Çavê wan ji kaska serê wan derkevtine.

Herwisa bi hezaran Maşînên curbicur yên xelkê û şirketên hikumî jî yan bi temamî ji nav çone, yan xisarên giran ber kevtine.

Pêka zanyariyên belavbûyî, agir û teqînên li nav kantîneran de li wêzgeha Recayî, li demjimêrên şevê de zêdetir bûye û rêjîmê bi tenê kariye li dora cihê teqînê dîwarek bi axê çê bike û li benda şewitîna tevav a wan kantineran e û nekariye agir bitemirîne.

Rewşa birîndaran bi sedema nebûna alavên hewce, cih û hewcehiyên pizîşkiyên din bi dijwar hatiye ragihandin, ji aliyê din ve bi sedema dûkel û gazên jehrî yên vê teqînê, xelkê bajar bi neçarî li malên xwe de mane.

Şirketa ewlehiya deryayî ya “Ambirî” ragihandiye ku li heyva derbasbûyî de 2 gemiyên Îranî yên bi navên “Cêyran û Gulben” zêdetire ji hezar ton madeya “Perkuloratê Sodyom” ji Çînê ve bo vêzgeha Recayî veguhastine ku bo berhemanîna “Perkuloratê Amoniyom” tê bikaranîn ku ew jî bi xwe madeya bingehîn a şewata hişik ya mûşekan bi taybet mûşekên balistîkî ye.

Ew madeya ji aliyê spaha pasdarajn a terorîstî ve bi armanca bikaranîn li bernameya mûşekî de ji Çînê hatibû kirin ku bikarin şewata hişik a mûşekên ku li êrîşa Îsraîl bo ser navendên mûşekî yên rêjîmê de hatibû teqandin, dabîn bikin.

Bi awayek din, teqîna şewata mûşekên spaha pasdaran a terorîst li dema cîbicîkirinê de ew bûyera bi xwîn qewimandiye.