
Keçe xwendevan a teman 13 salî ya xelka bajarê Çaldiranê, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve ji mafê xwendinê hatiye bêparkirin û ji çona vê bo xwendingehê rêgirê tê kirin.
Ronahî Husênnijad Heyderanlû, keça “Hemîd Husênnijad Heyderanlû” ku çend rojan berî niha ji aliyê rêjîmê ve hatibû bidarvekirin, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve kevtiye jêr givaşan û ji mafê xwendin û çon bo xwendingehê, hatiye bêparkirin.
“Hemûd Husênnijad Heyderanlû” bê ti tawanekê ji aliyê rêjîmê ve li dadgeheke şanoyî û îtirafkirina bi zorê li jêr şîkenceyan de sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin ku li roja Dûşemî 1ê Banemera 1404 a Rojî, bi awayekî nihênî ew sizaya sepandî, hate cîbicîkirin.
“Ronahî” digel xweîşk û birayê xwe bi belavkirina girte vidyoyekê, daxwaz ji rêkxiravên mafê mirovî û herwisa Saziya Netwên Yekgirtî kiribûn ku bavê wan ê bê tawan ji bidarvekirinê rizgar bikin, ji aliyê din ve hêzên ewlehî û îtilaataiyên rêjîmê bi vê sedemê, gefa girtin û bidarvekirinê li vê keça temen 13 salî kirine.
Termê “Hemîd Husênnijad Heyderanlû” heta niha jî bi malbata wî nehatiye dan û vê malbatê daxwaz ji saziyên mafê mirovî kirine ku bo dana termê kurê wan, rêjîmê bêxin jêr givaşê.