
Hejmara Kuştiyên teqîna li wêzgeha Recayî ya bajarê Benderebasê gihîşte 75 kesî.
Amara kuştiyên li teqîna wêzgeha Recayî ya bajarê Benderebasê gihîşte 75 kesî, lê pêka gotina çavkaniyên navxweyî, amara serast gelek zêdetir ji vê rêjeyê ye û xelk spaha pasdaran a terorîst bi tawanbar û sebebkarê wê teqînê nas dike.
Pêka dawî amarên belavbûyî li ragihandinên ser bi rêjîmê, heta niha li encama teqînên li wêzgeha Recayî ya bajarê Benderebasê 75 kes hatine kuştin û dehan kes bê seûşûn in û 22 kes ji bi sedema şewatê, nehatine naskirin û nêzî 2 Hezar kesî birîndarin û 120 kes jî bi sedema kûrahiya birîn an şewatê rewşa wan gelek xirabe.
Ew amara rêjîmê li haklekê de ye ku pêka raporên navxweyî, bi tenê li salona Sîna de 350 kes û salona Bêta de 224 kes li dema teqînê de mijûlê kar bûne û heta niha jî bi sedema berdewamiya agir, kesê nekariye nêzî wan sûleyan bibe û teqîna herî mezim li navbera wan 2 sûleyan de qewimiye.
Ji aliyê din ve spaha pasdaran ku çavdêr û kontrolkerê vê wêzgehê ye vê aloziyê bo dizîna kantînerên mayî, bi kar tîne ku aliyeke din ji hovitiya vê rêkxirava terorîstî ye.
Madên teqîn û şewata mûşekên balistîkî yên rêjîmê li nav kantînerên asayî yên ticarî yên wek “goşt, genim, alavên elektrîkî û tiştên din” sedema vê bûyera bi xwîn e û spaha pasdaran a terorîst bi awayek, xelkê ku li wir de kar dikir wek mertalek bo veşartin û perdepoşkirina madên teqînê bi kar aniye.