Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Têhranê de 3 agirpêketinên hevdem ên cihê şik û gumanê qewimîn

11:53 - 29 Nîsan 2025

Li 3 deverên cuda yên bajarên Têhranê de 3 agirpêketin an agirberdanên hevderm qewimîne ku heta niha sedema wan agirpêketinan nehatiye zanîn.

Roja Duşemî 8ê Banemerê, li demjimêrên şevê de li 3 deverên cuda yên bajarê Têhranê “li taxa cotsayta Bêiset, taxa nêzî têrmînala cinûb û herwisa li taxa Nazîabad”bi awayê hevdem agirpêketin qewimîne û heta niha sedema wan agirpêketinan nehatiye zanîn.

Pêka raporên belavbûyî her 3 agirpêketin hevdem bûne û agirên pêketî mezin û berfireh in lê zanyariyên zêdetir li derheq wan agirpêketinan de hêj belav nebûne.

Li agirpêketinên wiha cihê şik û gumanê de, egera vê yekê heye ku bi zanebûn an ji aliyê kesek an aliyekê ve hatine kirin û bi serastî jî hêj nehatiye zanîn ku ew agirpêketin li çi navend an enbarekê de bûne.

Ev agir bi heçî sedemekê bin, li wê bêserûberiya welat de û wê rewşa ku rêjîm tê de ye, her kes dizane ku rêjîm bi ti awayekê rastiyan aşkera nake, lewra her bûyerek biqewme, hekî pîlana rêjîmê xwe jî nebe, ger bizanin sedem çiye jî, ranagehînin.