
Li halekê de ku Amerîka û rêjîma Îranê mijûlê danûstandinên navkî ne, Serokwezîrê Îsraîl bi rohnî ragihand ku dê reaktorên navkî yên rêjîma Îranê bombebaran bikin û heta ku ji nemana vê gefê alxahîn bibin û armanca wan, nemana tevav a şiyana navkî ya rêjîma Îranê ye.
Binyamîn Netanyaho Serokwezîrê Îsraîl, li civîneke rojnamevanî de ragihand: “ Em dê reaktorên navkî û damezraveyên meyandina Uraniyom a rêjîma Îranê ji nav bibin da ku em alxahîn bibin rêjîma Îranê nikare bi ti armancekê Uraniyomê bimeyîne, em ti tîşekê jibilî jinavçona tevav a şiyana navkî ya rêjîma Îranê erê nakin.
Ji aliyê din ve Îsraîl Kats ê Wezîrê Berevanî yê Îsraîl tekezî kir ku Îsraîl dê êrîşê bike ser rêjîma Îranê, axaftinê wî Wezîrê Îsraîlî li halekê de ye ku pêka hinek çavkaniyan egera gihîştin bi encamekê li danûstandina Amerîka digel rêjîma Îranê de heye û hinek çavkaniyan jî ew yeka bi jidestdana derfetek bo êrîşkirina bi ser damezraveyên navkî yên rêjîma Îranê binav kirine.
Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê jî ragihandiye ku li demek nêz de egera vê heye bê bombebarankirina Îranê, digel rêjîma Îranê bigihîjne encamê lê ji aliyê din ve Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta derve ya rêjîma Îranê îdia kir ku meyandina Uraniyomê hêla sor e û meyandina Uraniyomê li her rewşekê de dê berdewam be û ew mafê me ye.