
Rêjîma Îranê li girtîgeha xwe ya li bajarê Îsfehanê de 6 girtî bidar vekiribn ku yek ji wan jin bûye û ew girtiyane pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Pêka rapora Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 8ê Banemra 1404 a Rojî, rêjîma Îranê 6 girtî yên bi navên “Mercan Sebzî ya xelkê bajarê Xuremabadê, Riza Xalidî, Nasir Feyzî, Rûhullah Pelengî, Mihemed Totazêhî û Ebdulreşîd Berahûyî” li girtîgeha destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de bidar vekirine.
Pêka rapora Hengawê, ew 6 girtiyane ku 5 heta 6 salan berî niha hatibûne girtin, li dosyeyên cuda de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, li dadgehên rêjîmê de sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin ku li 8ê Banemerê, ew sizayên sepandî, hatine cîbicîkirin.
Heta niha rêjîmê bidarvekirina wan girtiyan belav nekiriye.
Rêjîma Îranê sepandina sizaya bidarvekirinê û cîbicîkirina vê sizayê, wek alavek bo tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi taybet xelkên Kurd û Belûç bi kar tine.