
CENTCOMê ragihandiye ku li wan çendîn heftiyên dawiyê de 800 binke û enbarên cebilxane û tûnelên Hûsiyan kirine armanc û şeva derbasbûyî jî enbarên mûşekan careke din bûne armanc.
CENTCOMê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku ji rojên dawî yên zistana derbasbûyî ve heta niha zêdetir ji 800 armanc li Yemenê de teqandine û li wan êrîşan de sedan milîs û hejmareke zêde ji fermandeyên Hûsiyan û hejmarek ji navendên fermandehî û damezrave û enbarên cebilxaneyên wan ji nav birine.
Pêka girtevîdyoyên belavbûyî, roja derbasbûyî de li demjimêrên şevê, enbarên cebilxaneya Hûsiyan ku pitir enbar û tûnelên bintara çiyayê “Nuqum” li nêzî bajarê Seniayê de ne, bi giranî hatine bombebarankirin.
Amerîka balafirên stratejîk ên cura B2 bo bombebarankirina tûnelên binerd ên diron û mûşekên Hûsiyan bi kar tîne ku bi bombên mezin, wan li kûrahiya erdê de diteqînin.
CENTCOMê li vê daxuyaniyê de ragihandiye ku bê rawestiyan, dê wan êrîşên bo ser Hûsiyan berdewam bikin û Hûsiyên Yemenê bi tenê bi piştevaniya rêjîma Îranê karîne êrîşên xwe berdewam bikin.