Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hekî ewlehiya Ewropayê bikeve metirsiyê, dorpêçên ragirtî dîsan dê çalak bin.

12:07 - 29 Nîsan 2025

Wezîrê Derve yê Firansê hûşdarî da ku rêjîma Îranê li devedevê berhemanîna çeka navkî de ye û hekî ewlehiya Ewropayê bikeve metirsiyê, ev dê mikanîsma maşê çalak bikin.

Roja Sêşemî 9ê Banemerê, “Jan Noêl Baro” Wezîrê Derve yê Firansê piştî civîna daxistî ya Şêwreya Ewlehiyê li derheq qedexebûna berfirehkirina çekên navkî li konferanseke hevpar digel Rafaêl Girûssî ragihand: “rêjîma Îranê hemû sozên xwe yên navkî binpê kirine û li pey berhamanîna çeka navkî ye û devedevê berhemanîna vê çekê bûye.

Navbirî hûşdarî da hekî berjewendiyên ewlehî yên Troîkayaya ewropayê û Yêkîtiya ewropayê bikeve metirsiyê, dê bi lezgînî hemû dorpêçên ragirtî bi ser rêjîma Îranê şalak bikin.

Ji aliyê din ve Rafaêl Girûssî” ê Seokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî jî li derheq danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de ragihand: “Em li demeke gelek hestiyar de ne û ez bi berdewamî digel Stîv Wîtkaf û Ebas Îraqçî li pêywendiyê de me da ku piştevaniya teknîkî û şiyana çavdêrêîkirina Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bê cîbicîkirin”.

Navbirî pêştir jî ragihandibû ku bê erêkirina çavdêr û lêkolerên Navkî yên vê Ajansa navnetewî ya wizeya navkî, her girêbest an lihevkirinek digel rêjîma Îranê tenê perçe kaxexzek e.