
Hêzên îtilaata rêjîmê bi awayê xoserane û bê hebûna ti belgeyeke yasayî, êrîş kirine ser mala hunemnmendekî Kurd û ew binçav kirin û mala wî jî tevtêş kirin.
Pêka Rapora “Çaw News”ê hunermendekî xelkê bajarê Makoyê yê bi navê “Hesen Ehmedî” naskirî bi “Hesen Rênas”, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatiye girtin, pêka vê raporê, hêzên ewlehî tevî binçavkirina neyasayî ya wî hunermendê Kurd mala wî jî bi awayê xoserane vekolîne.
Hesen Rênas hunermendekî naskirî yê bajarê Makoyê ye ku li “Navenda Çandî û Hunerî” ya bajarê Makoyê de çalakiyên hunerî û çandî hene.
Hêzên îtilaat rêjîmê heyamek e ku li Rojhilatê Kurdistanê de bi awayê xoserane û neyasayî, mamostayan, ciwanan, hunermendan, xelkê medenî û mamostayên olî binçav dikin û li dema vekolîna malên wan û binçavkirina wan de ti belgeyeke yasayî nînin û rastî îşkencekirinên hovane û tohmetên çewt û bê binyat tên.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirina xoserane û tohmetên sepandî bi ser wî hunermendê Kurd û cihê ragirtina wî nehatiye zanîn.