Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 kolber li sînorê Hengejalê birîndar kirin

12:19 - 29 Nîsan 2025

Hêzên hov ên rêjîmê li sînorê bajarê Banê bi awayê rasterast û bê agaehdarkirtina berê, teqe li 2 kolberan kirine ku li encamê de ew kolber birîndar bûne.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Yekşemî 7ê Banemerê, 2 kolber ên bi navên “Ako Şerîfî” temen 22 salî û Şiwane Elîpûr 25 salî” yên xelkê bajarê Banê, li encama teqeya rasterast a hêzên rêjîmê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, birînbdar bûne.

Pêka vê raporê, hêzên hov ên rîjîmê, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasretarst teqe li wan 2 kolberan kirine

Ew 2 kolberane bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.