Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li teqîna Bender Ebasê de çendîn welatiyên xelkê Îlamê hatine kuştin an birîndar bûne

11:00 - 30 Nîsan 2025

Li çend rojên derbasbûyî de 2 kesên canjidestdayî yên xelkê bajarê “Eywan”ê hatibûne ragihand, pêka dawî raporan 2 kesên jî birîndar bûne û kesek jî bêserûşûn e.

Pêka dawî raporên belavbûyî, li encama teqîna li wêzgeha Recayî ya bajarê Benderebasê de 2 kesên canjidestdayî yên xelkê bajarê “Eywan”ê hatibûne ragihand û pêka dawî raporan 2 kes jî birîndar bûne û kesek jî bêserûşûn e û qedera wî bi nerohnî maye.

Hejmarek ji xelkê bajarê Eywanê li vê wêzgehê de mijûlê kar bûne û 2 kesên canjidestdayî xelkê gundê “Babagîr”ê ser bi bajarê Eywanê ne.

Heta niha jî qedera hejmareke zêde ji ajotvan û kedkar û karmendên ku li vê wêzgehê de dixebitîn bi nerohnî maye û amara kuştî û birîndaran dem bi dem zêdetir dibin û hejmareke zêde ji malbatên qurbanî û bêserûşnbûyan li vê wêzgehê de li pey termê kesên xwe digerin ku bi sedema şewata gelek zêde, gelek ji wan nayêne naskirin.

Malbatên ajotvanan, kedkaran û karmendîn li vê wîzgehê li nav kantînerên şewîtî de li pey termê zarokên xwe kevtine ku bi sedema şewata mûşekên spaha pasdaran a terorîst bûne qurbanî.