Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat: Siyasetên şaş û bikêrnahtiya komara îslamî, canê xelkê û mafê jiyana wan kiriye armanc

11:22 - 30 Nîsan 2025

Hizba Dêmokrat:

 

Hizba Dêmokrat: Siyasetên şaş û bikêrnahtiya komara îslamî, canê xelkê û mafê jiyana wan kiriye armanc.

Bi sedema teqîna li wêzgeha quraxaviya Recayî ya bajarê Bender Ebasê li roja Şemî 6ê banemera 1404 a Rojî, heta niha zêdetir ji dehan kes ji xelkê medenî û zêdetir ji hezar kes sedeme dîtine an birîndar bûne. Agirpêketina li encama vê teqînê û egera zêdebûna qurbanî û kuştiyan li vê bûyerê de her berdewam e.

Ew teqîn û bûyerên hevşêwe, encama siyasetên şaş û bikêrnehatiya komara îslamiya Îranê ye ku ti nirx û girîngiyekê nade canê xelkê wî welatî.

Bilî gotinên cuda yên berpirsên rêjîmê li derheq sedem û çawatiya qewimîna vê bûyerê, derb û xisarên canî, cihê lêhûrbûn û bi janê ye.

Bêguman, rêjîma zordar a komara îslamî li hember canê xelkê û mafê jiyanê bo wan, xwe bi berpirsyar nezane mixabin rewşeke wiha bi ser xelkê wî welatî de sepandiye.

Tevî hevxemî digel malbatên qurbaniyan, em hêviya çêbûna bo birîndarên vê bûyera tal dixwazin.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Heyeya Birêveberî

1404-02-08