
Balafirên Birîtaniyayê li operasiyoneke hevpar digel CENTCOMê, şirketeke berhemanîna dironên Hûsiyan li Yemenê kire armanc û ji nav biriye.
Wezareta Berevanî ya Birîtaniyayê li roja Çarşemî 10ê Banemerê ragihand ku şeva derbasbûyî balafirên Birîtaniyayê li operasiyoneke hevpar digel CENTCOMê, şirketeke berhemanîna dironên Hûsiyan li başûrê Sen`ayê paytexta Yemenê kire armanc û ji nav biriye.
Herwisa Wezareta Berevanî ya Birîtaniyayê ragihandiye ku pêka belgeyên li ber destê dezgehên ewlehî ku bo wan hatine şandinê, li bînayekê de li başûrê bajarê “Sen`a”yê paytexta Yemenê, diron dihatine berhemanîn ku ji aliyê Hûsiyan ve bo êrîşkirin bi ser gemiyan li deryaya Sor û kendava “Eden”ê de dihatine bikaranîn.
Hûsiyên Yemenê ku girûpek ji milîsên ser bi rêjîma Îranê, bajarê Sen`a û çendîn deverên din ên Yemenî xistine jêr kontrola xwe û ji destpêka şerê Xezê ve bi îdiaya piştevanîkirin li Felestîniyan, gemiyên ticarî li dema derbasbûn ji deryaya sor, gevriya Babulmendeb û kendava Edenê, kirine armanc.
Heta niha hêzên Amerîkayê, piraniya şiyana mûşekî, dironî û herwisa jêrxanên aborî, serbazî û enbarên şewat, cebilxane û tûnelên cihê paşkevtkirina diron û mûçekên Hûsiyan ji nav birine.