Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hewla terorkirina kesekî olî yê Cihû daye

11:12 - 6 Nîsan 2025

Rêjîma Îranê bi rêya tawankarekî xelkê Gurcistanê, hewla terorkirin û kuştina xaxamekî Cihû li welatê Azerbaycanê de daye.

Rojnameya “Washington Post” a Amerîkayê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku spaha quds a spaha pasdaran a terorîst bo kuştina Xaxamekî Cihû li welatê Azerbaycanê de 200 hezar Dolar bi qaçaxçiyekî xelkê Gurcistanê pêşniyar kiribû ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Azerbaycanê ve ew hewla terorîstî, hatiye pûçkirin.

Pêka vê raporê, karbidestekî spaha quds li sala derbasbûyî de li hevdîtin digel “Agîl Eslanof” ê qaçaxçiyê madên hişber li Gurcistanê, wêneyeke xaxam “Şinûr sîgal” û şêwaza kuştinê bi wî daye û “Agîl Eslanof” jî li hember vergirtina 200 hezar Dolaran, ew yek erê kiriye.

Berpirsên ewlehî yên Komara Azerbaycanê ragihandine ku ev pîlan a rêjîma Îranê pûç kirine û herwisa bili vê hewla rêjîmê, pîlana êrîşkirin bo ser navendeke perwerdeyê jî hebûne ku ew jî hatiye pûçkirin.

Herwisa wan berpirsên ewlehî  ragihandine ku “Agîl Eslanof” û hevkarê wî yê xwecihî yê bi navê “Ceyhûn Îsmaîlof” hatine girtinê û kesekî Îranî yê bi navê “Mihemed Gulkarî” hevahengkerê pêwendiya wan tawankaran û rêjîma Îranê bûye.