
Tevî hemû îdiayên rêjîma Îranê bo nedana alîkariya malî û cebilxane bi Hûsiyên Yemenê, berpirsekî Hûsiyan ragihand ku rêjîma Îranê li hemû waran de bi berdewamî alîkariyê dide wan.
Piştî givaşên Amerîka bo ser rêjîma Îranê, berpirsên payebilind ên rêjîmê îdia dikin ku ti alîkariya serbazî, aborî û locistîkî bo milîsên ser bi vê rêjîmê li Rojhilata Navîn de naşînin, ew yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê bo cîbicîkirina fitneyên xwe yên şûm li Rojhilata Navîn, hemû alîkariyan bo milîs û girûpên tundajo yên ser bi vê rêjîmê dişînin.
Li vê derheqê de berpireskî payebilind ê Hûsiyan ê bi navê “Yehya Hesen” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya Îraqî ya “Şefeq News”ê de ragihand ku Têhran bi berdewamî alîkariya wan û hemû milîsên din ên ser bi vê rêjîmê dike”.
Rêjîma Îranê înkar dike ku ti hêzeke serbazî li Yemenê de hebe lê wî berpirsê Hûsiyan da zanîn ku hêzên rêjîma Îranê bi berdewamî li Yemenî de hene.
Li wan êrîşên dawiyê de bo ser Hûsiyan, hejmarek ji terorîstên rêjîmê yên ser bi spaha quds a spaha pasdaran a terorîst hatine kuştin lê rêjîma Îranê ev yeka înkar kir û îdia dike ku ti hêzek li Yemenê de nîne.
Yek ji mercên Amerîka bo danûstanin digel rêjîma Îranê, destberdana rêjîmê li alîkarîdan û piştevanêkirin li girûpên terorîstî bi taybet Hûsiyan e.