
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîl ragihandiye ku Binyamîn Netanyaho li ser daxwaza Dolald Trump, dê serdana koçka Sipî bike û li ser mijara gefên rêjîma Îranê danûstandinê bikin.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîl ragihandiye ku roja Yekşemiyê 17ê Xakelêweyê, Binyamîn Netanyaho li ser daxwaz û gazîkirina Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, dê serdana Koşka Sipî bike û li derheq pirsên aborî, hewldanên bo zivirandina barimteyên li destê Hemasê, pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê û herwisa gefên rêjîma Îranê danûstandinê bike.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîl ev yeka jî bi tekezî ragihandiye ku gefên rêjîma Îslamiya Îranê” yek ji mijarên bingehîn ên vê hevdîtin û danûstandinê ye.
Pêka rapora “Axios” Binyamîn Netanyaho egera danûstandina Amerîka digel rêjîma Îranê li ser pirsa navkî bi gelek kêm dibîne û dixwaze li vê hevdîtinê de digel Serkomarê Amerîkayê li derheq bernameya êrîşkirin bo ser damezrave û navendên navkî yên rêjîma îslamiya Îranê danûstandinê bike.
Pêştir jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Marko Robîo” gotibî ku hevkarî digel Îsraîl bo bi armancgirtina damezrave û navendên navkî yên rêjîma Îranê, yek ji wan mijaran e ku Amerîka lêkolînkirinê li ser dike.
Li destpêkê de rêjîma Îranê îdia dikir ku amade nîne bi ti awayek digel Amerîkayê danûstandinê bike lê pişre ragihand ku amadeyê danûstandina nerasterast digel Amerîkayê ye, lê roja derbasbûyî Donald Trump ragihand ku wa hizir dike rêjîma Îranê dixwaze bi awayê rasterast digel Amerîkayê danûstandinê bike.