Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 491an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

18:09 - 6 Nîsan 2025

Hejmara 491an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

 

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt hejmara nû a Agirî anku Rûpela 1- Peyama rêzdar Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta birêveçona bi şan ya Newroza Xakîpoşan.

Rûpela 2 de - Peyama Hizba Dêmokrat li derheq tevdaniy a panturkizm û handana

navendên rêjîmê bi dijî xelkê Kurd li Urmiyê. Û herwisa Peyama pîrozbayî ya rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta cêşna Remezanê, hatine weşandin.

Rûpela 3 de - peyama berêz Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi

hilkevta 10ê Xakelêwê roja Şehîdên Kurdistanê. Û herwisa rapora civîna Rêzdar Mistefa Hicrî, digel malbatên şehîdan dikevne ber çavê xwênerên hêja.

Rûpelên 4 - gotara - Kurd û bilindragirtina yad û navê şehîdên Kurdistanê, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêrana Bêhzad Simko.

Rûpelên 5 – Beşa dawî a gotara Girîngiya sembolên neteweyî di serdema torên civakî de ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 6 - gotara - Pêşewa’yê Kurdan hertim remz e û rêber, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 7 - gotara - Şoreşa Jînayê û Newroz, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 - Gotara - Hespê Felekê, ji nivîsa Cano Amedî.

Rûpela 9 - gotara - Banga Ocelan manadar e, ji nivîsa Letîf Epozdemir.

Rûpela 10 - Kurdayetiya wê serdemê û Kurdayetiya niha, ji nivîsa Vênûs Fayêq û

wergêra Hesen Mukerem.

Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr dirûşma “Pêşewa yê Kurd rêberek û destpêkek bo hemû qonaxên xebatê” Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.