Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Îdarî ya Hizba Dêmokrat li derheq qisên “Meleke Mistefa Sultanî” li Rûdaw ê de bo raya giştî peyamek zelalkirinê da.

11:15 - 7 Nîsan 2025

Rohnkirinek bo raya giştî

 

Li heyama çend rojên derbasbûyî de çend bername li derheq dîrok û helwîstên siyasî yên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê kanala têlêvîzyoniya “Rûdawê” û bi taybet bernameya “pencemor” ve hatine tomarkirin û weşandinê ku bi giştî em wa hizir dikin ku bi şêwazeke bêalî û dûr ji kerb û kîn, kar li ser bûyeran bê kirin, xizmet bi paşeroja gelê Kurd dike.

Yek ji wan bernameyan ku li çend rojên derbasbûyî de hatibû belavkirinê, hevdîtin digel xatûn “Meleke Mistefa Sultanî” bû ku mixabin li beşeke bernameyê de bi awayekîê nerewa, êrîş kire ser Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê.

Digel ewê ku li destpêkê de em tev wan tohmetan red dikin, li vê derheqê de bi hewce dibînin ku rabigehînin:

1- Hevdem tevî ku şerê navxweyî ku mixabin ti qazancek bo ti aliyekê nebûye, em bi tevavetî îdane dikin, li rewşa hestiyar a siyasiya niha ya Kurdistanê de ku dujminên Kurd li asta herî bêhêziyê de ne, em tekezî li ser vê yekê dikin ku dibe hemû li niha û paşerojê de em berjewendiya bilind a netewa xwe li serweyî her berjewendiyekê danên û pevre xebatê li ser xalên hevpar ên li navbera xwe de bikin û hewce nake ku cehda çêkirina netebayî û netifaqiyê bê dan.

2- Karkirin li ser dîroka Kurd û şirovekirina bûyeran bila em bispêrne pisporên bêalî û encamên vê wek ders û ceribandinek hevpar bêxin xizmeta doza berheqe gelê xwe û li vê derheqê de em xwe bi berpirsyar bizanin.

3- Erkê ragihandinên Kurdî li vê serdemê de ev e ku alîkariyê çêkirina tifaq û yêkitiya li navbera hêzên siyasî bidin û li jêr navê rojnamevanên azad û bêalî, cehda tevdaniya li navbera qat û aliyên civakê nedin.

4- Em daxwazê ji endam û alîgirên Hizba Dêmokrat dikin ku wek hertim, bi seha berpirsatiya zêdetir, cehdê bikin bo parastina bingeha hizrî û exlaqiyên Hizbê û pêka raspartiyên Hizbê, parastina yêkrêzî û tifaqê bikne bingeha reftar û axaftinên xwe.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Îdarî

6ê Nîsan a 2725